إصدار شعري يوثق مئوية قامشلو باللغتين الكردية والعربية
إصدار شعري يوثّق مئوية قامشلو بمشاركة كتّاب وشعراء من اللغتين الكردية والعربية
احتفاءً بمئوية تأسيس مدينة قامشلو، أصدر اتحاد كتّاب كوردستان سوريا مجموعة شعرية بعنوان «قامشلي.. قطاف المئوية»، تضم 16 قصيدة باللغتين الكردية والعربية، في مبادرة تهدف إلى توثيق ذاكرة المدينة واستحضار تاريخها ومكانتها الثقافية والأدبية.
وجرى توقيع الكتاب يوم السبت 17 تشرين الأول 2026، خلال حفل أقامه الاتحاد – فرع قامشلو، في صالة حزب الشعب الكردستاني – سوريا، بحضور شخصيات سياسية وثقافية، وكتّاب وشعراء وفنانين، وممثلين عن منظمات المجتمع المدني.
وتتألف المجموعة من خمس قصائد باللغة العربية وإحدى عشرة قصيدة باللغة الكردية، وتحمل عنواناً كردياً هو «Qamişlo … Berhevoka Sedsaliyê». وجاء إعدادها بعد إعلان الاتحاد عن استقبال نصوص شعرية تحتفي بقامشلو أو تتناول تاريخها، وذلك على مدى شهر واحد.
وخلال الحفل، ألقى رئيس الاتحاد عبد الصمد محمود كلمة أكد فيها أن الكتاب يجمع رؤى الشعراء المختلفة للمدينة، ويوحّدها حب قامشلو والانتماء إليها، مشيراً إلى أن القصائد أُهديت إلى المدينة وسكانها ومحبيها بمناسبة مرور مئة عام على تأسيسها.
كما استعرض الكاتب والباحث عباس إسماعيل جوانب من تاريخ قامشلو ونشأتها، فيما شهدت الفعالية قراءات شعرية بالكردية قدّمها أحمد عبدو وتورجين رشواني وأجدر عيسو، وأخرى بالعربية شارك فيها رقية أم رودي وعبدالباري أحمي وحكمت إبراهيم.
وتخللت المناسبة فقرات غنائية للفنانين شكري سوباري وبهاء شيخو.
Yekîtiya Nivîskarên Sûriya pirtûka «Qamişlo – Berhevoka Sedsaliyê» îmze dike
Bi boneya seddaliya damezrandina bajarê Qamişlo, Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, Şaxê Qamişlo, roja Şemiyê 17ê Cotmeha 2026an merasîma îmzekirina pirtûka «Qamişlo – Berhevoka Sedsaliyê» li hola Partiya Gel a Kurdistanî – Sûriya li bajarê Qamişlo lidarxist, bi amadebûna hejmarek ji kesayetên siyasî û rewşenbîrî ‘ her wiha nivîskar, helbestvan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û hunermendan.
Merasîm bi rawestandina xuleyeke bêdengiyê bi rêzdarî ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê, di pêşengiya wan de Barzanî yê Nemir, û pakrewanên Sûriya, dest pê kir.
Serokê Yekitiyê Ebdussemed Mehmûd bi navê Yekitiyê axivî û got: «Me dixwest Qamişlo di neynika helbestê de bibînin; ku her helbestvanek xwedî Qamişloya xwe ya taybet e, lê ew hemû di evîna wê de li hev dicivin. Em van helbestan pêşkêşî Qamişlo, evîndarên wê û nişteciyên wê dikin
di sedsaliya wê de.» peyre nivîskar û lêkolîner Ebas Îsmayîl têgihiştineke li ser dîrok û damezrandina bajar pêşkêş kir.
Pirtûk ji amadekirin û weşana Yekitiyê ye, û berê helbestên ku pesnê Qamişlo didin an dîroka wê tomar dikin di nav yek mehê de hatibûn wegirtin. û nozdeh helbestan li xwe digire, şeş bi erebî û sêzdeh bi kurdî, û navê wê yê erebî eve:
«قامشلي.. قطاف المئوية»
Di merasîmê de helbestvanên EHMED Abdo, Torjîn Reşwanî û Ecder Îso helbestên xwe bi zimanê kurdî, û Rûqiye diya Rodî, Ebdulbarî Ehmê û Hikmet Îbrahîm bi zimanê erebî xwendin
Her wiha beşin muzîkê ji aliyê hunermend Şukrî Sobarî û Behа Şêxo ve hatin pêşkêş kirin, ku merasîm bi deng û awazên xwe xemilandin.
armanca vê çalakiyê ew bû ku bîrdanka Qamişlo di tore û helbestê de tomar bike, mîrata wê biparêze û bigihîne nifşên bên. û dibe xelekek ji zincîra çalakiyên çandî yên cihêreng yên ku Yekitî lidardixe. Merasîm bi belavkirina kopiyên pirtûkê li ser amadebûyan hate bidawîkirin.


























